Sekinandina deranîna neftê, ya ji Kurdistana Îraqê, ya ku rûyê hevraqayîlnebûnên di navbera Bexdayê û Enqerêda çê bibû, li ser xebata “Gazprom” ê û “ Rosnêft” ê tehsîra xwe hiştîye. Derheqa wê yekêda konsûlê Rûsîyayêyî li Hewlêrê Maksîm Rûbîn gotîye. Bi gotina wî, Rûsîya bona destpêka deranîna neftê hewaskare.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî kompanîyayên Rûsîyayêye neftê, yên mînanî “Gazprom” ê û “Rosnêft” ê hetanî niha li Kurdistanê dixebitin. Raste sekinandina deranîna neftê li ser xebata van kompanîya tehsîr kirîye, lê ew hetanî niha dixebitin.Derheqa wê yekêda konsûla Rûsîyayê gotîye têlêvîzîyona Rudaw ê.
Tirkîyayê deranîna neftêye ji Kurdistana Îraqê biharê da sekinandinê. Birîyara wî cûreyî piştî wê yekê hate qebûlkirinê, dema ku mehkema navneteweyî dew ji Enqerê kir ku mîlyardek û nîv dolarî çawa kompênsasîya bide Bexdayê, çimkî bêyî destûra Îraqê neft ji sala 2014 a da hetanî sala 2018 a hatîye deranînê.