H’emû nûçeSereke

Li Qerebaxê komkujîya çandî tiştê bûyînêye:Time ê

Kovara amêrîkîye Time ê da  gotarek belav bûye, ya ku derheqa komkujîya çandîye li Qerebaxêye.Xudanê gotarê hesab dike wekî ew yek tiştê bûyînêye, çimkî wî cûreyî usa jî li Nexçêvanê qewimî.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê xudanê miqalê bîr tîne û tunekirina kevirxaçên Cûgaxê, xirabkirina dêra ermenîye Cirakanê û xirabkirina mexberên ermenîye li gundê Taxêrê tîne ber çeva. Ew usa jî derheqa dêra ermenîye li Şûşîyê û barbarîyên li wir mîyaserkirî raber dike.

Xudanê gotarê eşaretîyê dide wekî paqijkirinên êtnîkî nava dîrokêda bi tunekirina nimûnên çandîva tên rêberkirinê, ji vandalîzmê destpêkirî, hetanî bi temamî erdêra rastkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button