H’emû nûçeSereke

Li Qerbaxê bona ermenîya komkujîya çandî çi cûreyîye?:  The Times

Îlona sala 2023 a ji Qerebaxê ji sed hezarî zêdetir ermenî bi destê zorê hatine derxistinê.Berî wê yekê bi wedê neh meha Qerebax hatibû dorgirtinê û ew yek bi êrîşa leşkerî, ya 19 ê îlonê ser hveda hat. Derheqa wê yekêda Times ê  nivîsîye.

“Mêr, jin û zarok mekteb û dikan, deşt û baxçên xwe, mexberên kal û bavên xwe hiştin û derketin. Wana usa jî dêrên xwe hiştine, kîjanada bi sedsala berev bûne û dua kirine. Em baş zanin, ku li Cûxayê, li Nexçêvanê çi qewimî.Landşafta sedsala 16 a, ya çanda ermenî nava çend salada ji alîyê Adirbêcanêda hate tunekirinê.Em baş zanin ku li Cebraîlê çi qewimîy. Gilî usa jî derheqa gundê Mês Taxêrêdane, li kîderê mexberên wî gundî hatine tunekirinê”,- Times  ê nivîsîye.

Bi vî cûreyî komkujîya çandî diqewime. Ji sed salî zêdetir li împêratorîya osmanî komkujîya ermenî hate mîyaserkirinê, piştî kîjanê talankirin, vandalîzm û wêrankirinên cîh û warên ermenî li Tirkîya îroyîn qewimîn. Niha pêrspêktîva komkujîya çandîye duemîn rojevêdane. Niha wedeye ku dinîya wî hemû tiştî biparêze, çi ku ji çanda ermenî li Qerebaxê maye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button