H’emû nûçeSereke

Parlamêntvanên Ermenîstanê rêyên helkirina pirsgirêkên pêşîya Ermenîstanê raberî parlamêntvanên Bûndêstagê kirine

Pirsgirêkên pêşîya Ermenîstanê, yên derheqa çareserkirina ewlehkarîya herêmî, helkirina pirsên hûmanîtarî, ji alîyê Adirbêcanêda bi destê zorê undakirî û girtî li  ber parlamêntyanên Bûndêstagê hatine raberkirinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji partîya “Peymana sîvîl” Rostem Bekoyan rûpelê xweyî facebook ê da nivîsîye û serda zêde kirîye wekî ew pirs û dîsa pirsên mayîne girîng li Bûndêstagê hatine raberkirinê.

“Ez bi teşkîla dêlêgasîya parlamênta Ermenîstanê rastî parlamêntvanên Bûndêstaga Almanîyayê Knût Abraham û berdevkê sîyasîya der Yûrgên  Hardt hatime.

Mecal û rêyên helkirina pirsgirêkên pêşîya Ermenîstanê hatine gotûbêjkirinê.Fikira ermenî, ya dora rojeva aşîtîyê, tabîya Ermenîstanêye hindava alîyên herêmî û aminaya Ermenîstanêye hindava qîmetîyên avropî hatine raberkirinê”,- Bekoyan rûpelê xweyî  facebookê da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button