H’emû nûçeSereke

Îro li Têhranê civîna wezîra ya bi formata “3+3” ya li ser  pirsa  Qafqasîyayê wê pêk bê

Îro li Têhranê civîna wezîra ya bi formata “3+3” ya li ser  pirsa  Qafqasîyayê, wezîrên Rûsîyayê, Tirkîyayê, Adirbêcanê û Ermenîstanêye karên der wê pêk bê. Li gorî ragîhandina “Armênprêss”ê, IRNA li ser vê yekê radigîhîne.

Li gorî  ajansa nûçeya Îranê, beşdarên duemîn civîna bi formata “3+3” da wê rewşa navçeya Qafqasîya Başûr û hewlên berfirehkirina hevkarîyên navçeyî li warên sîyasî, aborî, ewlehî, transportê û ênêrjîyê gotûbêj bikin.

“Çareserkirina pirsgirêkên herêmî bi beşdarîya welatên herêmê bêyî destwerdana dewletên rojavayî, yek ji armancên sereke yên avakirina vê komêye”,- ajansê radigihîne:

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyan li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandîye, wekî wezîrê  Ermenîstanêyî karên der  Ararat Mîrzoyan li ser vexwendina alîyê îranî îro  23 ê cotmehê  li Tehranê wê beşdarî civîna platforma şêwirmendîya herêmî (3+3) bibe.

Vê serdanêda hevdîtinên dualî jî tên plankirin.

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan razî bûye ku   formata “3+3” (Adirbêcan, Ermenîstan, Gurcistan, Îran, Tirkîya Rûsya) ku ji alîyê serokê Adirbêcanê Îlham Alîyêv  hatîye pêşnîyarkirin, civînek pêk bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button