H’emû nûçeSereke
Kîjan welat tevî Ermenîstanê nava goveka leşkerî-têknîkîda hevkarîyê dikin?
Ji alîyê hevkarîya leşkerî-têknîkîda pêwandîyên tevî Hindistanê û Fransîyayê tê bêjî başin. Derheqa wê yekda şêwirmendê serokê ştaba sereke Jîrayr Amîrxanyan gotîye.
Bi gotina wî, tevî Çînistanê hinek gotûbêjkirin tên pêkanînê.
“Ştatên Yekbûyî jî dikare bibe welatekî bi pêrspêktîv”,- ewî gotîye.
Feqet tenê kirîna sîliha girîng nîne, lê bi wê yekêva tevayî kadir gerekê bêne amadekirinê û sîlihên kirî gerekê nava sîstêma tomerîda bêne întêgrasîyakirinê, Amîrxanyan gotîye.
Nava goveka leşkerî-têknîkîda sîstêmên parastina hewê cîhê pêşindanin. Bi gotina Amîrxanyan berî her tiştî gerekê xebatêne înjênêrîyê bêne kirinê.