H’emû nûçeSereke

Înstîtûa Lêmkîn bangî Organîzeya Netewên Yekbûyî  kirîye ku mîsîya anegor bişînine Qerebaxê

Înstîtûta Lêmkîn, ya pêşîgirtina komkujîyê ji encamên mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya 1 ê cotmehêye li Qerebaxê razî nîne. Ew mîsîya wî çaxî hate mîyaserkirinê, dema ku hemû binelîyên Qerebaxê piştî dagirkirina azêrîyaye dawî ji Qerebaxê derketibûn. Derheqa wê yekêda li ser malpera X ê înstîtûtê Lêmkîn nivîsîye.

“Em bangî Organîzeya Netewên Yekbûyî dikin ku mîsîya anegor amade bikin û bişînine Qerebaxê bona ku cîda bi hûrgilî lêkolînê mîyaserkin. Bona çareserkirina mafên ermenîyên Qerebaxê Organîzeya Netewên Yekbûyî gerekê bi profêsîyonalî bişuxule, piştgirîya tu kesî neke û xwe pêşkêşî qanûndarîya organîzeyê bike”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button