H’emû nûçeSereke

Hukumê civaka navneteweyî, yê li ser Adirbêcanê wê diha zêdebe û peymana aşîtîyê wê bê morkirinê: parlamêntvan

Cîgirê serokê komîsîya pirsên parastinê û ewlehkarîyê Armên Xaçatryan fikira xwe daye dîyarkirinê û gotîye wekî nava pêvajoya hevraxeberdanên ermenîya-azêrîya pêşkeftin heye û Adirbêcan cêrge prînsîpara qayîl bûye, kîjanara berê qayîl nîbû. “Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî Xaçatryan derheqa wê yekêda wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.

“Tiştê herî xirab ewe, dema ku hevraxeberdan tunene.Roja îroyîn nava pêvajoya hevraxeberdanada pêşkeftineke mezin heye. Adirbêcan cêrge prînsîpara qayîle. Berê ew qayîlî tunebûn.Gava mezin îdî heye wekî ew îdî qayîl dibe, civaka navneteweyî dikare hukumî ser Adirbêcanê bike. Hinek alîyava ew hukum encamên xwe didin. Bi fikira min, ev yek wê diha zêdebe û peymana aşîtîyê wê bi beşdarîya Adirbêcanê bê morkirinê”,-Xaçatryan gotîye.

Bi gotina wî, peymana aşîtîyê garantîyayê dide kifşê, wekî pirsgirêkên hindava hevda tunene, kîjan dikarin qewatê bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button