H’emû nûçeSereke
Îlona sala 2023 a rêkorda nû dîyar bûye, ji 726 hezarî zêdetir cîhên xebatê hebûne: Paşînyan
Îlona sala 2023 a rêkorda nû dîyar bûye, ji 726 hezarî zêdetir cîhên xebatê hebûne.Derheqa wê yekêda, wextê civîna komîsîyayên parlamêntê, wextê gotûbêjkirina byûcêya dewletêye sala 2024 a, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.
Hejmara cîhên xebatê himberî sala 2018 a bi 178 067 î va zêde bûye. “Ew yek dide kifşê, wekî hukumatê wextê şuxulkarîya xwe 178 hezar cîhên xebatêne nû saz kirine”,-Paşînyan gotîye.