Li gorî elametîya fermî, partîya desthilatdar, ya Kurdistanêye Dêmokratîk birîyar kirîye ku mekteba xweye li Kirkûkê teslîmî zankoya Kirkûkê bike û wê yekê çawa pêşkêşa bona xwendikara hesab dike.
Birîyara wî cûreyî wextê civîna partîyayêye bin serokatîya serokê partîyayê Mesûd Barzanî hatîye qebûlkirinê.
Gotûbêjkirinên wextê civînê hîmlî bûyarên van axirîaye li Kurdistanê û li Îraqêva girêdayî bûne.
“Bona ku ruhê yekîtîyê û qewînbûna Kirkûkê bê xweykirinê, usa jî qedirê binelîyên vî bajarî bigrin, civînê birîyar kirîye ku partîyayê avayê şêwira serokatîyêye berê, yê li Kirkûkê çawa dîyarî bidine xwendikarên zankoya Kirkûkê û proseya perwerdeyê, çandê û pêşkeftina bajêr”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.