H’emû nûçeSereke

Bernama xebitandina stansîya atomî, ya dirêjkirina wedê stansîyayê hetanî sala 2036 a wê sala tê destpêbe

Bernama xebitandina stansîya atomî, ya dirêjkirina wedê stansîyayê hetanî sala 2036 a wê sala tê destpêbe û bona wî meremî 20,2 mîlyard diram wê sala 2024 a bêne başqekirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda wezîrê serkarîkirina têrîtorîya  û sîstêma Ginêl Sanosyan wextê gotûbêjkirinên projeya byûcêya dewletêye sala 2024 a, gotîye.

Wezîr gotîye, wekî du pêvajo girêdayî stansîya atomîra hene.

“Bernama dirêjkirina wedê xebitandina stansîyayê heye.Ew bername destpê bûye û îdî çend sale ku berdewam dibe.Nava çarçoveya wê progiramêda têra hatîye dîtinê, ku 7 mîlyard diramî bona cêrge xebata başqekin û wan xebata ser hevda bînin. Sala tê em têra dibînin bernama dirêjkirina dubare destpêkin û merem ewe ku li gorî lîsênzîya xebata stansîyayê hetanî sala 2036 a bidine dirêjkirinê”,- Sanosyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî sala tê bona wî meremî 20,2 mîlyard diram hatine başqekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button