H’emû nûçeSereke

Ermenîstan cedandina dide xebatê ku pêwandîyên êkonomîkîye der bide dîvêrsîfîkasîyakirinê:Kêrobyan

Ermenîstan pêwandîyên kirîn-frotanêye tevî Rûsîyayê girîng hesab dike, lê hukumata welêt bona dîvêrsîfîkasîya pêwandîyên tevî welatên başqe, cedandina dide xebatê.

Wextê qisa tevî rojnamevana, ya li parlamêntê, wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.

Bi axaftina derheqa sînorkirinên deranîna konyakêye li Larsa Jorin, wezîr gotîye, wekî niha bi alîyên cûre-cûre pevketinên normal tên mîyaserkirinê.

“Ew pirsgirêk, ya ku çend roja hebû, niha tune”,- Kêrobyan gotîye.

Wezîr nava pêvajoya deranîna eşîyaye li Rûsîyayê pirsgirêka navîne.

“Bona me pêwandîyên kirîn-frotanêye tevî Rûsîyayê girîngin û em wana didine pêşxistinê.Xêncî wê yekê em cedandina didine xebatê, ku bona alîyên mayîn jî pêwandîyên êkonomîkî bidine dîvêrsîfîkasîyakirinê”,-Kêrobyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button