SerekeSîyasî

Li Îraqê bargeha ŞAY, ya leşkerî careke mayîn hatîye êrîşkirinê

30 ê cotmehê çend rokêt ketine ser bargeha  îraqîye “Ayn Esed” ê, li kîderê eskerên amêrîkî cîhwarbûyîne.Van axirîya derbên rokêta û dirona, yên berbi hêzên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û koalîsîyona li Îraqê û Sûrîyayê zêde bûne.

Ajansa  “Reuters” ê daye dîyarkirinê, wekî çar rokêt  ketine ser wê bargeha leşkerî, lê derheqa zîyana dor-berada tu înformasîyon tunene. Hatîye ragîhandinê, wekî ew rokêt ji  25  kîlomêtrî dûrî baregehê hatine berdanê, lê hêzên îraqî jî xirabkara digerin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button