SerekeSîyasî

Sêkrêtarê dewletê Blînkên li Sênata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda behsa  Ermenîstanê kir:VOA

31 ê cotmehê, di dema rûniştina komîtêya destnîşankirina Sênata  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser daxwaza rêveberiya Baydên ya ji bo 106 mîlyard dolarên din ji bo ewlehîya neteweyî,  sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî  Êntonî Blîkên, behsa Ermenîstanê kir ku di nav welatên ku alîkarîyê werdigirin: VOA dinivîse.

Sêkrêtarê dewletê di axaftina xwe de bi taybetî got: “Ev veqetandin dê rê bide me ku em hewcedarîyên mirovahî yên krîtîk yên ku ji hêla otokratan û têrorîstan ve têne kirin, û her weha pevçûyîn û karesatên xwezayî yên li Ûkraynayê, Gazayê, Sûdanê, Ermenîstanê û deverên din yên cîhanê çareser bikin. Xwarin, av, derman û alîkarîyên din yên mirovî yên pêwîst ji bo sivîlan divê bê astengî bigihêje Gazayê.

Binelîyên sîvîl  gerekê ji xetereyê dûr bisekinin. Ev pirsgirêk ji ber wê yekêye ku “Hamas” sivîlan wekî mertalên zindî bi kar tîne, aloztir dibe. Pêwîst e mijara agirbestên mirovahî bê berçavgirtin” ,-Êntonî Blînkên herwiha tekez kir ku ji ber nebûna herikîna alîkarîyên mirovî yên berdewam bo Gazayê di dema pevçûyînên Îsrayêlê-Felestînê de, dibe ku alozî zêdetir bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button