H’emû nûçeSereke

Elametîya rêberê Îranêyî ruhanî dor-berên manêvrekirina dîktatorê Bekûê dide sînorkirinê û wî berbi qulç diajo: îranzan

Rêberê Îranêyî ruhanî Elî Xamênêy elam kirîye, wekî welatên îslamî gerekê dayîna neftêye bona Îsrayêlê bidine sekinandinê. Derheqa wê yekêda îranzan Vardan Voskanyan Têlêgramêda nivîsîye.

Gilî derheqa wê yekêdane, wekî piranîya nefta Îsrayêlê ji Bekûyê û nava axa Tirkîyayêra diçe.

Elametîya rêberê Îranêyî ruhanî dor-berên manêvrekirina dîktatorê Bekûê dide sînorkirinê û wî berbi qulç diajo.

Elametîya Xamênêy usa jî li ser admînîstrasîya Êrdogan tehsîr dike, yê ku bi elametîyên berk dicêribîne xwe çawa parêzerê felestînîya bide kifşê, lê alîyê îranî bang dike ku ji gotina derbazî kar bibin û bi girtina nefta bi lûla Bekû-Cêyhanê wê yekê bikin”,- Voskanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button