H’emû nûçeSereke

Wezîra Almanîyayêye karên der wê bê Ermenîstanê

Nava vê hevtêda wezîra Almanîyayêye karên der Analêna Bêrbok wê bi seredan bê Ermenîstanê û here Adirbêcanê.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Almanîyayêye karên der elam kirine.

Roja înîyê wezîrê here Ermenîstanê û Adirbêcanê. Ewê pêşda here Yêrêvanê, li kîderê wê rastî wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan bê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê. Bêrbokê usa jî li merkeza cîhwarkirina penaberên ji Qerebaxê biqeside.

Roja şemîyê, piştî denê nîvro ewê here Bekûyê, li kîderê ewê rastî wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov bê û wê usa jî rastî wekîlên civaka sîvîl bê.

Wezîreta Almanîyayêye karên der daye dîyarkirinê, wekî Almanîya li Qafqasîya Başûr piştgira aşîtîya qewîn û dîvêrsîfîkasîyakirina sîyasî û êkonomîkîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button