H’emû nûçeSereke

Bi sala Yektîya Avropayê û  Almanîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda wek navbeynkarên rastdar tevdigerin: Bêrbok

Elmanîya dixwaze şert û mercên hevdîtinên wan yên li ser maseya muzakereyê ji bo têkilîyên bi îstîqrar û ewlehkarî yên di navbera Ermenistanê û Adirbaycanê de çêbike.Wezîra Almanîyayêye Fêdêral Analêna Barbokê wextê civîna çapemenîyê ya tevayî ya ku li wezîreta Ermenîstanêye karên der  hatibû teşkîlkirinê, agahî da.

 “Almanîya yekparebûna axa Ermenîstanê diparêze û yekîtîya axa Adirbêcanê jî diparêze û ev yek bingehê hemû danûstandinên aştîxwaz e.

Bi taybetî di derbarê sînoran de gelek pirs derdikevin holê, ka divê kîjan nexşe bêne rêvekirin. Ev ji bo Ermenîstanê û Adirbêcanê karekî mezine ku çareserîyek ku ji bo mirovên ku dixwazin di nav aştîyêda bijîn bibe nîşana hêvîyê”,- ewê got.

Seroka beşa sîyaseta derve ya Almanîyayê herwiha da zanîn ku bi salan e Yektîya Avropayê û Almanîya wek navbeynkarên rastgo di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê da kar dikin. “Ez bawerim ku hewldanên serokê konsêya Avropayê Şarl Mîşêl dikare bibe pirek ji bo pêkanîna aştîyê di navbera herdu welatanda. Ji ber vê yekê girîng e ku gera danûstandinan ji nû ve bê sazkirin”,-ewê got.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button