H’emû nûçeSereke

Gaza rûsîye ku bi lûla Adirbêcanê diçe Avropayê gerekê ji dêmokratîyayê bilindtir nîbe:Xajakyan

Wextê civîna kongira desthilatdarîyên cîh û têrîtorîyal, ya Şêwira Avropayê, dêklarasîya bi têma “Halê hûmanîtarî, yê li Qerebaxê” hate qebûlkirinê.

Dokûmênt piştgirîya ermenîya dike û opêrasîyonên Adirbêcanêye leşkerî gunehkar dike, usa jî dewê dike ku rêberên Qerebaxê aza berdin.

Dêlêgatê ji Ermenîstanê Davît Xajakyan jî beşdarî xebatên civînê bûye, yê ku bi axaftin pêşda hatîye û derheqa têzên azêrîyaye nerastda xeberdaye.Xajakyan elam kirîye, wekî gaza rûsîye ku bi lûla Adirbêcanê diçe Avropayê, gerekê ji dêmokratîyayê bilindtir nîbe.Dora wê projeyê gelek pêşnîyar hatine kirinê.

Paşê dêklarasîya hatîye qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button