H’emû nûçeSereke

Çi dewlemendîyên keçên Îlham Elîyêv hene?: radyoya “Azatûtyûn”

Dewlemendîyên keçên Îlham Elîyêv ku bi salane hevaltîyên wan di navenda lêkolînên navneteweyî de ne, çiqase? Google di cih de bi gelek  hûrgilîyên rastîn bersiva pirsê dide. Lê belê, malpera fermî ya daîreya bacê ya Adirbêcanê şopên kar û barên karsazîya malbata serokatîyê di bin dorpêçê de dihêle. Radyoya “Azatûtyûn” li ser vê yekê radigîhîne.

Wek mînak di databasa bacgirên mezin de behsa mezintirîn Holdinga Paşa ya welêt, ku bi xanima yekem ya Adirbêcanê Mêhrîban Elîyêvayêva  girêdayî ye.

Malpera fermî ya Holdingê dîyar dike ku ew li Adirbêcanê di otêl, bank, sîteya rast, avahîsazîyê û sêktorên din de pêşenge. Di van salên dawî de heman holdîng bi mîlyonan dolar ji byûcêya Adirbêcanê ji bo avakirina gundan û parkên çandinîyê li Qerebaxê û navçeyên cînara wergirtîye. Hejmara karmendan ji bîst hezarî derbaz dibe, qazanca salê digihêje mîlyaran, lê di belgeyên fermî yên bacê de derbarê xwedîtîyê de agahî tune.

Sêrvîsa Adirbêcanê ya “Azatûtyûn” fêr kir ku navnîşa pargîdanîyên îmtîyaz yên ku ji çavê gelemperî hatine veşartin dikare ji bo demek dirêj bê navnîş kirin: “Bless LLC”, “Ideal Business Co”, “Prime Estates”, “Euro Standard”, ” Callina, Klovan”. Hemû jî bi awayekî girêdayî malbata  Elîyêvin û bi piranî li heman navnîşanê qeydkirî ne.

Ofîsa sereke ya Holdinga “Paşa” li heman navnîşanê hatîye tomarkirin û avahî jî girêdayî “Holdinga Port Bakû Paşa” ye. Yek ji wan şirketên ku li vir kar dike xwediyê 85 selef ê pişkên Banka Paşa ye. Li gorî rapora malî ya sala borî, rêveberên sereke yên bankê Leyla û Arzû Elîyêva keçên serokkomarê Adirbêcanêne.

Û çima desthilatdarîya bacê agahdarîya ku di sêktora taybet de heye ji malpera fermî derxist? Wezîreta hukumetê bersiva pirsên rojnamevanan neda.Wekîlê komîtêya karûbarên aborî ya miclîsa Adirbêcanê Wehîd Axmadov jî bertek nîşan da û got ku ew di wê bawerîyê de ne ku agahîyên van şîrketan di qeyda dewletê de nebin. “Dibe ku xeletîyeke têknîkî hebe. Min şîrketên mezin, navîn û biçûk dîtine, hemû di qeydê de ne, bacê didin”. Aborînas Zohrab Îsmayîl amaje bi wê yekê dike: eger ev xeletiyeke têknîkî ye bila bê rastkirin, eger nebe ev ne tenê binpêkirina prînsîpên dijî gendelîyê û şefafîyetê ye, belkî binpêkirina yasayê ye jî.

Vê navberê de, Adirbêcana ku di du deh salên borî de ji alîyê Îlham Elîyêv ve tê birêvebirin, li gorî Transparency International yek ji welatên herî gendelî li cîhanê dimîne: di sala borî de li ser îndêksa têgihîştina gendeliyê ya vê rêxistinê, Adirbêcan di rêza 157 da di lîsteya 180 welatan de cîh girt.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button