H’emû nûçeSereke

Meyê diha zêde bianîya, heger pirsgirêkên locîstîkî tunebûna: Mîrzoyan derheqa destanîna sîlihada

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye, wekî hukumata Ermenîstanêye niha dikare  diha  gelek ji welata sîliha dest bîne, ne ku desthilatdarîya berê. Mîrzoyan usa jî daye dîyarkirinê,wekî wê bikaribûna diha zêde sîlih dest bianîyana, heger pirsgirêkên locîsîtîkî tunebûna.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê Mîrzoyan derheqa wê yekêda wextê civîna komîsîyayên parlamêntê, wextê gotûbêjkirina projeya byûcêya dewletê, gotîye.Ewî bersiva Krîstînê Vardanyana parlamêntvan, ya ji fraksîya  “Ermenîstan” ê daye, dema ku ewê gotibû wekî desthilatdarîya niha nikare sîliha dest bîne.

Em dikarin  ji zêdetir welata sîliha bînin, ne ku partîya we. Feqet hene pirsgirêkên locîstîkî û heger ew tunebûna, meyê diha zêde sîlih bianyana”,-Mîrzoyan gotîye.

Wezîrê karên der gotîye, wekî gilî derheqa sîlihên parastinêdane, meremê Ermenîstanê tune êrîşî ser kesekîke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button