H’emû nûçeSereke

15 000 zanist eşaretî dane wekî  hetanî sala 2100 î sîvîlîzasîya dikare hilweşe

Kovara BioScience ê   gotar belav kirîye,  kîjanêra 15 000 zanistên ji 161 welata qayîlin, yên ku eşaretî dane wekî klîma dinîyayê wê gelekî bê guhartinê. Hetanî sala 2100 î çetin ew klîma bona jîyana mêriv kardarbe û rêsûrsên hîmlî, av  û xurek wê xilazbin.

Zanist dibêjin, wekî sala 2023 a rêkordên klîmayê qewimîne û ew hemû jî ne yên başin.Bi tayebtî gerekê  agirpêketinên mêşe hesab hildin, çimkî hewa germ dibe.

Hatîye gotinê, wekî piştî wê yekê goveka sosîyal-êkonomîkî wê bikeve, çimkî merivatîyê gelek tişt xerc kirîye, ne ku daye topa dinîyayê. Bo wê yekê jî rêsûrs kêm dibin. Hatîye dîyarkirinê, wekî merivatî wê bi temamî unda nebe, lê qewilên nû wê pêşda bên û tevî wê yekê dikarin bighîjine undabûna sîvîlîzasîyayê.

Gotarêda hatîye gotinê, wekî faktora mêriv dikare usa bike, ku destpêka wê qezîyayê hê derengbe. Feqet zanistên dinîyayê hê encamên wê yekê baş qîmet nakin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button