H’emû nûçeSereke
Serokê komîsîya parlamêntê: li Ermenîstanê têgeha danasîna sîstêma sîgorteya saxlemîxweykirinê hatîye qebûlkirinê
Li Ermenîstanê têgeha danasîna sîstêma sîgorteya saxlemîxweykirinê hatîye qebûlkirinê. Derheqa wê yekêda wextê civîna komîsîyayên parlamêntê, wextê gotûbêjkirina projeya byûcêya sala 2024 a, serokê komîsîya saxlemîxweykirinê Narêk Zêynalyan gotîye.
Bi gotina wî, têra tê dîtinê nîveka sala 2024 a wê sîstêmê bidine cîhwarkirinê. Li gorî wê planê, ewê sala 2026 a ser hevda bê.
“Bi gilîkî mayîn, sîstêmê sala 2026 a bi temamî bê xebitandinê”,- serokê komîsîyayê daye zelalkirinê.
Zêynalyan gotîye, wekî ew prose wê bi êtapên cuda-cuda bên kirinê û xercên wê jî îdî hatine hesabkirinê û tên plankirinê.