H’emû nûçeSereke

ŞAY wê nava pirsa amadekarîya şerkarîda piştgirîyê bide hêzên Ermenîstanê

Serokê ştaba hêzên Ermenîstanêye sereke Êdvard Asryan li merkeza fermandarîya avropî, ya Ştatên Amêrîkayêye Yekûyîye li Ştûtgartê, qesidîye. Derheqa wê yekêda têlêvîzîsîyona Almanîyayê, ya beşa rûsî, elam kirîye.

“Wextê hevdîtina li Ştûtgartê, ya tevî Stîvên Başam ewlehkarîya herêmî, pêşxistina hevkarîya ermenîya-amêrîkîyaye leşkerî û usa jî pirsên derheqa piştgirîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yên bona mîyaserkirina werguhastinên nava hêzên Ermenîstanêda, hatine gotûbêjkirinê.

Wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirîye, wekî Stîvên Başam derheqa amadebûna Ştatên Yekbûyîda daye dîyarkirinê, ku ewê piştgirîyê bidine hêzên Ermenîstanê û rêyên hevkarîyêye nû pêşda bikişînin, yên nava perwerda leşkerî, doxtirîya leşkerî, aşîtîparêzîyê û amadekarîya şerkarîda”,-têlêvîzîyona almanî daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button