H’emû nûçeSereke

Vê mehêda li Yêrêvanê wê civîna payîzê, ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayêye parlamêntîyê pêk bê: 350 dêlêgat wê bêne Ermenîstanê

Wextê civîna hukumata Ermenîstanê hate birîyarkirinê, wekî ji byûcêya sala 2023 a 120 mîlyon diramî başqekin bona ku 18-20 ê mijdarê li Yêrêvanê civîna payîzê, ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayêye parlamêntîyê bidine derbazkirinê.

Em bêjin,wekî pêşda hatibû birîyarkirinê, ku vê civînê li Ûzbêkîstanê organîze bikin, lê sibata sala 2023 a zelal bû, wekî rûyê menîyên sîyasîda hukumata Ûzbêkîstanê birîyar kirîye ku civîn pêk neyê.

Ermenîstanê ji navê serokê parlamêntê nama fermî şandibû serokê civînêra, sêkrêtarê wêra ku Ermenîstan amadeye civînê li cem xwe qebûlke.

Mecalê çêbe, ku cêrge pirsên derheqa herêma Qafqasîyayêda gotûbêj bikin. Endamên cêrge dêlêgasîya xwestin elam kirine ku seredanên wan berbi beşên ku mîsîya avropî monîtorîgê pêk tîne, teşkîlkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button