H’emû nûçeSereke

Tê bêjî li Ermenîstanê fikira derheqa întêgrasîyona avropîda heye: sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê

Tê bêjî li Ermenîstanê fikira derheqa întêgrasîyona avropîda heye. Derheqa wê yekêda wextê hemcivîna li Bryûsêlê, ya bi sernavê “Pêşeroja Ermenîstanêye stratêcî: Ermenîstan- Avropa”, sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê, Armên Grîgoryan gotîye.

Nava çarçoveyên akadêmî û sîyasîda pirsa here girîng heye, ku Avropa çîye û tu tevî Avropayê çawanî? Bona min bersiva kurt dêmokrasîye, dêmek heger dêmokrasîya te heye, usaye tu wan qîmetîya nîvî dikî û heger ew welat bi wê prînsîpê tê serkarîkirinê, usaye tu nêzîkî Avropayêyî”,- Grîgoryan gotîye.

“Niha nava civaka meda pirsa here mezin hema ewe: gelo dêmokrasî dikare ewlehkarîya der bide çareserkirinê?

Bi rastî, gelek cara dêmokrasî tê hedefkirinê û bona xweparastinê pêwîste ku Ermenîstan piştgirîyê bistîne, bona ku êkonomîka xwe bide dîvêrsîfîkasîyakirinê, nava goveka ewlehkarîyêda jî piştgirîyê bistîne ku rêsûrsên xwe bide dîvêrsîfîkasîyakirinê”,- Armên Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button