H’emû nûçeSereke
Hêzên mexsûs, yên Ermenîstanê, Yûnanistanê û Qibrisê, telîmên leşkerîye tevayî derbaz kirine
Hêzên mexsûs, yên Ermenîstanê, Yûnanistanê û Qibrisê, li nehîya Yûnanîstanêye Atîkayê, telîmên leşkerîye tevayî derbaz kirine.
“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda ji ştaba Yûnanistanêye sereke elam kirine.
Li gorî wê înformasîyonê, ji 6 a hetanî 10 ê mijdarê li nehîya Atîkayêye Nêa Pêramosê telîmên sêalî, yên Yûnanistanê, Qibrisê û Ermenîstanê, hatine derbazkirinê.
Telîmên tevayî li gorî bernama hatine derbazkiinê û ew alî bilindkirina dereca zanebûna û pevguhartina cêribandinê, qewînkirina mecalên praktîk kirine”,- nava înformasîyonêda hatîye dîyarkirinê.