H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan li Bryûsêlê rastî seroka parlamênta Avropayê hatîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Bryûsêlê rastî seroka parlamênta Avropayê Robêrta Mêsolayê hatîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine. Ararat Mîrzoyan û Robêrta Mêsolayê fikir dora hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê pevguhartine.

Bi bilind qîmetkirina tabîya parlamênta Avropayê, ya nava pirsên bona Ermenîstanê girîng, Mîrzoyanê wezîr derheqa girîngîya piştgirtina cedandinên Ermenîstanêye bona dêmokrasîyê, îzbatbûna aşîtîyê daye dîyarkirinê.Bi axaftina derheqa nêzîkbûnên Ermenîstanêda, Ararat Mîrzoyan gotîye, wekî bi beşdarîya hevkarên navneteweyî û îzbatkirina elametîya li Granadayê qebûlkirî wê li hev bê pêşerojêda bighîjine aşîtîya li herêmê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button