H’emû nûçeSereke

Ev yek amadebûna bona şêr nîne, lê bona aşîtîyêye: serokwezîr derheqa zêdekirina xercên goveka parastinê xeberdaye

Li gorî byûcêya dewletêye sala 2024 a, himberî sala  2018 a xercên goveka parastinê dubare dibin.Derheqa wê yekêda, wextê gotûbêjkirina byûcêya sala 2024 a, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

“Ev yek amadebûna bona şêr nîne, lê bona aşîtîyêye, çimkî parastina welatîya û qewînbûnê garantîya here girînge.

Ez hêvîdarim, wekî hemû welatên cînar jî li ser wê fikirêne, wekî meremê me tune ku em êrîşê bibine ser kesekî”,-Paşînyan gotîye.

“Berî her tiştî ew yek ne tenê mafê welatekî serbixweye, lê borcdarîya wîye eskerê xwe bide werguhastinê û qewînke. Em jî wê yekê dikin. Ya duem jî ewe, wekî nava deh salên dawîda xercên Adirbêcanêye parastinê ji xercên Ermenîstanê sê cara zêde bûne.Ew yek usa jî maye”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button