H’emû nûçeSereke

Heger qedirê serbixwetîya Ermenîstanê neyê girtinê, bona wan alîya wê encam hebin, yên ku wê yekê diteribînin: Stano

Ez wê yekê nêzîkî aqila hesab dikim, wekî her welatekî serbixwe bona xweparastinê gava diavêje û ew yek dide kifşê, ku gerekê eskerê xwe bide qewatkirinê û ewê ji wêderê alîkarîya leşkerî bistînin, ji kîderê ew qirar dikin.

Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî “Armênprêss” ê, spîkêrê sereke, yê pirsên pêwandîyên Yekîtîya Avropayêye der Pêtêr Stano gotîye, dema ku ewî derheqa wê yekêda xeberdaye ku Adirbêcan xwesîlihkirina Ermenîstanê rexne dike, nenihêrî wê yekê wekî byûcêya wêye leşkerî sê cara zêdetire û anîna sîliha jî berdewam dibe.

“Welat piştgirîya leşkerî ji hevkarên xwe û sûkên cûre-cûre distînin.Ev yek mafê her welatekî serbixweye û mafê tu kesî tune beşdarî vê pirsêbin, çimkî qanûn û qayîlnivîsarên navneteweyî tên xweykirinê”,- Stano gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button