H’emû nûçeSereke

Hinek xebat ji alîyê Bryûsêlêda hebû, hinek pêşnîyar jî ji alîyê Moskvayêda, lê usa hevdîtina pevketî tune: Marûkyan

Ji alîyê  normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gelek pêşnîyar hene, ji alîyê Bryûsêlêda jî xebat hene, lê ji alîyê Moskvayêda jî pêşnîyar hene. Ermenîstanê pêşnîyarê qebûlke, lê niha hevdîtina pevketî tune.Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî, Êdmon Marûkyanê baylozê mexsûs, gotîye.

Bi axavtina derheqa wê yekêda elametîya Marîya Zaxarovayê ku Rojava nahêle pevketinên sêalî mîyaserbin,Marûkyan gotîye: “Wê diha başbûya, ku Zaxarovayê bigota, ku gilî derheqa kîjan xala pevketinên sêalîdane.Gelo Rojavayê nehiştîye wekî aşîtîparêzên rûs îzinê nedin ku 19 ê îlonê dijî Qerebaxê êrîş mîyaserbûya û paqijkirinên êtnîkî bihatana kirinê? Gelo Rojavayê nehiştîye ku aşîtîparêzên  rûs korîdora Laçînê vekirana? Gelo Rojavayê nehiştîye ku aşîtîparêzên rûs li gorî elametîya sêalî xeta pêşin xweykirana? Gelo xwestina Adirbêcanê heye peymana aşîtîyê morke, heger hebe jî, gerekê berbi gotûbêjkirina here?

Rojavayê Rûsîyayêra negotîye ku Qerebaxê xweyî neke, nenihêrî wê yekê, wekî gunehê Rojavayê jî heye. Ew jî ewe, ku wedekî dirêj wana bawarîya xwe rêjîma Adirbêcanê dianî”.

Bi axaftina derheqa wê yekêda, wekî Ermenîstan beşdarî civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nebûye, Marûkyan gotîye: “Derheqa yekîya têrîtorîyayên Ermenîstanêda Organîzeya Peymaên Ewlehkarîya Kolêktîv gerekê tabîya zelal bide kifşê.Heger ew tabî zelale, usaye organîzeyê borcê xwe neqedandîye û bona çi neqedandîye. Heger bêjin ku sînorên Ermenîstanê evin, wî çaxî gerekê qebûlkin ku ji axa Ermenîstana serbixwe nêzîkî 240 çargoşe kîlomêtr ax hatîye dagirkirinê.Ew yek jî dide kifşê, wekî organîzeyê borcdarîyên xwe neqedandine û heger bêjin hûn berbirî me nebûne û me jî nekirîye, lê nikarin bêjin, çimkî em çend cara berbirî wan bûne.

Marûkyan usa jî gotîye, wekî wextê şerê 44 roje, Ermenîstan berbirî organîzeyê nebûye ku bên wextê şerê Qerebaxê piştgirîyê bikin.Pêwandîya organîzeyê korîdora Laçînêva tune, çimkî peymana 9 ê mijdarê di navbera Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayêda hatîye îmzekirinê û ew jî bi temamî hatîye teribandinê, nehatîye mîyaserkirinê.Ermenîstan pirsên tevî Organîzeya Ewlehkarîya Kolêktîv, piştî êrîşên ser Ermenîstanê bilind kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button