SerekeSîyasî

Serokatîya Kurdistanê beşdarî forûma Dihokê bûye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bangî hemû alîyên li Îraqê kirîye ku wan pirsgirêkava mijûlbin, yên ku cimetêva girêdayîne, lê ne ku beşdarî konflîktên herêmî bibin.

“Niha ew wede hatîye ku Îraqê werguhêzî deşta helkirina wan  pirsgirêka bikin, yên ku li ser cimeta îraqî tehsîr dikin, lê ne ku şerê li herêmê bidine berfirehkirinê”,- serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wextê forûma Rojhilata Navîn û ewlehkarîyê, ya yûnîvêrsîtêya amêrîkîye li Dihokê, gotîye.

Em li Îraqê û li Kurdistanê gerekê fesal bişuxulin.Em  gerekê tu cara îzinê nedine Îraqê ku ew beşdarî şêr bibe, çimkî ew yek wê pirsgirêkên  mezintir pêşda bîne û rûyê wê yekêda Îraqê zîyanêkeve”,- Nêçîrvan Barzanî gotîye.

“Wede hatîye ku cîhan hemû cedandina bide xebatê ku li Gazayê şêr û kuştina binelîyên edil bidine sekinandinê, usa jî pirsgirêka Felestînê û Îsrayêlê li ser bingeha du welata bidine helkirinê”,- serokê Herêma Kurdistanê gotîye.

Bi banga wî cûreyî, usa jî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşda hatîye.

“Em gerekê ne tenê şêr û zordarîyê şermezar bikin, lê usa jî gerekê helkirinên pirsgirêka bibînin. Em gerekê wê yekê paşda neyêxin, hetanî ku kontrola bûyara me unda nekirîye.Em gerekê bi qedir bi hevra bijmîn û gerekê xweafûkirina negerin, ku alîyê mayîn înkarkin”,- serokwezîr Mesrûr Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button