H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê pêşnîyarî Adirbecane kirîye ku li ser sînorê dewletê civîneke komîsyonên xêzkirinê pêk bîne: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Alîyê ermenî careke din îradeya sîyasî ya Ermenîstanê ji bo hewldana ji bo asayîkirina peywendîyên bi Adirbêcanê û pêkanîna aştî û aramîyê li Qafqasya Başûr dupat kir, 21 ê mijdarê çapa peymana şeşemîn li ser rêziknameya Adirbêcanê radest kir.

Em hêja dibînin ku bi bîr bînin dema ku Ermenîstan piştî wergirtina pêşnîyarên dawî yên Adirbêcanê, li ser pêşnûmeya peymanê amade bû ku danûstandinan bidomîne, tevî krîzeya mirovî ya ku ji ber dorpêça giran ya li Qerebaxê roj bi roj girantir dibe. Adirbêcanê  19 ê îlonê êrîşeke leşkerî ya mezin li dijî gelê Qerebaxa Çîya pêk anî û bû sedema koçberkirina tevaya gelê ermenî yên Qerebaxê bi destê zorê.

Piştra, bi berdewamî bi eşkereyî guhnedana îmkana vegera bo pêvajoya aşitîyê û hewlên hevkarên navneteweyî di wî warî de, alîyên Adirbêcanê beşdarî civînên li ser asta serokên dewletan nebûn, pêşî li Granadayê û piştre jî li Bryûsêlê di çarçoweyê de, ya civata sîyasî ya avropî, her çend ev civînên pêncalî û sê alî berê li ser lihevkirinek hatibûn kirin.

Alîyê ermenî li ser metna peymanê xebatên xwe domandin û di hevdîtinên qaşo raberkirina wê ji Adirbêcanê re bi bandortir dît. Lê belê, ji bo rêgirtin li rawestana pêvajoya mûzakereyê û hewldanên ji bo bidestxistina aştîyeke mayînde li herêma me, komara Ermenîstanê bi awayekî avaker nêrînên xwe yên li ser peymanê ragihîne û wek gelek caran berê jî amadebûna xwe ji bo ji nû ve tevlêbûna peymanê îzbat kirîye:

hevdu naskirin û rêzgirtina yekparçeyîya axa hev, bêyî dudilî,

pêkanîna pêvajoyek din ya sînorkirinê li gorî beyana Alma-Atayê û nexşeyên herî dawî yên qanûnî yên Sovyetê,

rakirina blokên binesazîya herêmê li ser bingeha rêzgirtina tam ji serwêrî û dadwerîya dewletan û prînsîpên wekhev.

Alîyê ermenî berdewame wê bawerîyê de ye ku tevî hemû alozî û kêşeyan, îmkana rasteqîne ya pêkanîna aştîyê di navbera herdu welatan de heye, ku heger îradeya sîyasî ya herdu alîyan hebe, dikare pêk bê. Alîyê ermenî vê îradeya xwe nîşan dide. Yek ji îfadeyên wê îradeyê jî ewe ku Ermenîstanê ji Adirbêcanê pêşnîyar kir ku li ser sînorên dewletê yên di navbera herdu welatanda civîneke komîsyonên xêzkirinê pêk bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button