H’emû nûçeSereke

Li Yêrêvanê hevraxeberdanên di navbera hukumatên Ermenîstanê û Almanîyayê destpê bûne

Li Yêrêvanê hevraxeberdanên di navbera hukumatên Ermenîstanê û Almanîyayê destpê bûne.

Ji wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê elam kirine, wekî Vahan Kêrobyanê wezîr gotîye wekî nava welatên Yekîtîya Avropayêda zivira eşîyaye here mezin tevî Almanîyayê tê mîyaserkirinê.

“Pêwandîyên Ermenîstanê û Almanîyayêye kirîn- frotanê sal bi sal pêşda diçin û berfireh dibin.Zivira eşîyaye di navbera Ermenîstanê û Almanîyayêda ji çileya sala 2023 a destpêkirî hetanî  meha îlonê gihîştîye 500 mîlyon dolarî û himberî sala par ew bi 36,9 selefîva zêde bûye”,-Vahan Kêrobyan gotîye.

Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa pêşxistina êkonomîkayê, guhartina klîmayê, yên ênêrgêtîkî, govekên têknîkî û perwerdêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button