Heger Ermenîstan ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîyê derkeve, wî çaxî Qazaxstanê carekêra derkeve: Moskva ji wê yekê ditirse: Gagîk Mêlkonyan
Berî her tiştî gerekê bidine zelalkirinê ku hetanî niha Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv çi daye me. Em endama organîzeyêne û dijmin ketine axa me û organîzeyê tu bersiv nedaye. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji frakîsya “ Peymana sîvîl” Gagîk Mêlkonyan gotîye.
“Niha dibêjin ku emê dîtindara bişînin.Tiştekî hewaskare ku heger ew meriv bên, ewê li kîderê bisekinin, heger ew sînorên me nas nakin? Diqewime ewê li Yêrêvanê bisekinin”,- ewî gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê ku bona çi Ermenîstan nava Organîzeya Peymana Ewlehkarîyêda dimîne, parlamêntvan gotîye: “Wede wê bê û emê hemû tiştî fem bikin. Rûsîya ditirse ku heger Ermenîstan ji organîzeyê derkeve, wî çaxî welatê mayîn wê Qazaxstanbe, yê ku wê carekêra derkeve.Dêmek ew yekîtî wê hilweşe. Ew dixwexzin bidine kifşê, ku li rex wan welatên sekinî hene. Feqet sîyaseta tomerî ew bi xwe pêşnîyar dikin”,- Gagîk Mêlkonyan gotîye.