H’emû nûçeSereke

Meha kanûnê li Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv berevbûn  hene û ezê jî beşdar nebim: herim çi bikim? : Alên Sîmonyan

Meha kanûnê li Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv berevbû hene û ezê jî beşdar nebim. Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê gotîye rojnamevana, dema ku  ewî bersiva wê pirsê daye ku bona çi wezîrê parastinê Sûrên Papîkyan, wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan beşdarî berevbûnên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nabin.

“Birîyara Ermenîstanê tune ku ew ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv derkeve û ez difikirim, wekî beşdarbûna min nava vî halîda wê necîdabe.Niha ew hale, wekî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv borcdarîyên xwe naqedîne û neqedandîye, ez herim li wir, çi bikim?”,-  serokê parlamêntê gotîye.

“Bi fikira min, niha sirê ya organîzeyêye. Welatên organîzeyê gerekê bersivê bidin.Em dibêjin wekî Ermenîstan ji organîzeyê dernakeve, lê usa dertê wekî organîze ji Ermenîstanê derdikeve”,- ewî gotîye.

Bi gotina serokê parlamêntê usa dertê wekî Organîzeya Peymana Ewlehkarîyê mîsîyayê dişîne, lê nade zelalkirinê ku  mîsîyayê wê bişînin Yêrêvanê, yan Cêrmûkê?

Zêdetir nîşan bide
Back to top button