H’emû nûçeSereke

Dîplomatê azêrî menîyên teslîmkirina Ramîl Safarov daye eşkerekirinê

Baylozê Adirbêcanêyî li Bosnîyayê û Hêrsêgovînayê Wîlayat Qulîyêv  derheqa teslîmkirina Ramîl Safarovda daye dîyarkirinê.

“Wextê teslîmkirina Ramîl Safarov ew prose  bi cûrê girtî hatîye  mîyaserkirinê. Serokên du welatên dost, li ser hîmê konvênsîya navneteweyî, ya ku ji alîyê Şêwira Avropayêda hatîye qebûlkirinê, ofîsêrê azêrî paşda vegerandine Adirbiêcanê, yê ku li Bûdapêştê girtîbû.Li Adirbêcanê jî ew hate afûkirinê”,- baylozê Adirbêcanê gotîye.

Bayloz daye dîyarkirinê, wekî tiştê veşartî tunebûye, çimkî ew jî  beşdarî wê proseyê bûye. Bi gotina wî, piştî cîguhastina Safarov, fonda Elîyêv li Bûdapêştê bona zaroka avayê mezin çê kirîye û baylozxanê jî piştgirîya wê mektebê hildaye ser xwe.

Ramîl Safarov ew ofîsêrê azêrîye, yê ku wextê dersên NATO ê ye li Bûdapêştê ofîsêrê ermenî Gûrgên Margaryan, yê ku razayî bûye, bi balte kuştibû.

Li gorî fikira opozîsîyona azêrîya, birîyara derheqa cîguhastina Safarovda bi  piştgirîya serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn qewimîye,  kîjan bi destê mîlyardêrê azêrî Îlham Rehîmov hatîye mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button