H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê çawa hesab kirîye ku Rûsîya welatê doste, usa jî niha hesab dike: serokwezîr
Ermenîstanê çawa hesab kirîye ku Rûsîya welatê doste, usa jî niha hesab dike. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr bersiva welatîyê Ermenîstanê daye, dema ku ewî derheqa pêwandîyên ermenîya-rûsada xeberdaye.
“Ermenîstanê çawa hesab kirîye ku Rûsîya welatê doste, usa jî niha hesab dike. Nava pêwandîyên herdu welatên dostda jî pirs hene, kîjana pêwîste bidine navkirinê. Em bi vê fikirdarîyê pêşda diçin û em hêvîdarin û emê hemû tiştî bikin ku pêwandîyên meye tevî Rûsîyayê li ser qedirgirtinê û berjewandîyên dualî bêne çêkirinê: li ser hîmê serbixwetîyê, qedirgirtina serbestîyê”:- serokwezîr gotîye.