H’emû nûçeSereke

Komên şihîya elam kirine, wekî li Kurdistana Îraqê êrîş birine ser baregeha dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî

Komên îraqîyaye sîlihkirî bi alîkarîya dironê, li Kurdistana Îraqê êrîş birine ser baregeha dewleta Amêrîkayêye Yekbûyî. Derheqa wê yekêda nava elametîya “Hêzên berxudana Îslamîye li Îraqê” hatîye gotinê.

Çekdarên berxudana Îslamî bi dironê êrîş birine ser hêzên amêrîkî, yên nêzîkî bajarê Hewlêrê.Ew derb gihîştîye meremê xwe”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Van axirîya baregehên amêrîkîye li Îraqê û Sûrîyayê çendik-çend cara tên êrîşkirinê û cabdarîya wan êrîşa komên şihîyaye sîlihkirî hildane xwe ser xwe.Cîgira berdevka Pêntagonê Sabrîna Sînghê elam kirîye, wekî ji 17 ê cotmehêda destpêkirî hetanî niha 66 êrîşên wî cûreyî qewimîne, nava encamên kîjana 62 meriv zîyanê ketine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button