H’emû nûçeSereke

Paşînyan pêşnîyar kirîye ku dewsa paşdastendina perên ku bona sîliha dane Rûsîyayê, çi bikin: “Ew tenê pêşnîyarek nîne”

Belê, pirsgirêka wî cûreyî heye. Nîkol Paşînyan wextê weşana zindî bersiva pirsekê daye  û daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstanê bi mîlyona dollar bona sîliha dane Rûsîyayê, lê ew sîlih nehatine stendinê.

Bi fikira Paşînyan, gotûbêjkirin tên mîyaserkirinê ku bi kîjan mêxanîzma wê pirsê helkin: “Mesele, cûrekî helkirina pirsê ewe, ku dikarin gorî wan pera deynê Ermenîstanê bidine kêmkirinê. Feqet ev yek pêşnîyara tek-tenê nîne.Li vir em li ser wê fikirêne wekî gotûbêjkirin pêwîstin, bi saya kîjana em dikarin bighîjine encamên konkrêt”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button