H’emû nûçeSereke

Li gorî encamên 9 mehên sala 2023 a, byûcêya dewleta Ermenîstanê kêmasî tune: wezîrê êkonomîkayê

Byûcêya dewleta  Ermenîstanêye sala 2023 a  nava 9 mehada gihîştîye trîlyonek  708 mîlyard diramî, kîjan bi  13,8 selefî ji sala 2022 a zêdeye.Derheqa wê yekêda  li  civîna parlamêntê   wextê  tomerîkirina raporta byûcêya dewletê ya 9 meha, cîgire wezîrê fînansa Vahan Sîrûnyan got.

Xerckirin nava wî wedeyîda gihîştîye trîlyonek  633 mîlyard dolarî. Ew bi 17,2 selefîva ji sala 2022 a zêdetire.Yanî byûcêya dewletêda ya sala 2023 a li gorî encamên 9 mehanda kêmasî tune.”284,4 mîlyard dramên ku pêşda  hatibûne plankirinê, kêsîya dewletê ya Ermenîstanê bi 74,6 mîlyard dolar  dêfîsît heye”,-cîgirê wezîr goîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button