H’emû nûçeSereke
Sala 2024 a konfêransa Organîzeya Netewên Yekbûyîye 8 emîn ya tûrîzma şerabê wê li Ermenîstanê bê derbazkirin
Sala 2024 a konfêransa Organîzeya Netewên Yekbûyîye 8 emîn ya tûrîzma şerabê wê li Ermenîstanê bê derbazkirin. Derheqa wê yekêda ji wezîreta êkonomîkayê elam dikin. “24-ê mijdara sala 2023 a, nava konfêransa 7 emîn ya tûrîzma şerabê ya Organîzeya Netewên Yekbûyî ku li bajarê Îspanyayî La Rîoxayê, hat derbazkirin, Ermenîstanê bi fermî Karas- ya sîmvolîk hate xelatkirin
Konfêransa ku li La Rîoxê hat derbazkirin, Ermenîstan ji alîyê komîtêya tûrîzmê û fonda şerabçêkirnê hat temsîlkirin.Nava çarçoveya konfêransêda seroka tûrîzmê û şerabê Zarûhî Mûradyan wek axaftvaneke rûmet beşdarî civîna bi sernavê “Stratejîyên neteweyî û herêmî yên tûrîzma şerabê” bû.