H’emû nûçeSereke

Satêlîta navxweyî ya  yekemîn 1 ê kanûnê wê berbi erşê ezmîn bê şandin

Yekemîn satêlîta navxweyî ya bi navê Hayasat-1, ku di encama xebata hevpar ya laboratorîya lêkolîna fezayê ya Ermenîstanê “Bazûmk” hat efirandin, wê 1 ê kanûnê bi wedê Yêrêvanê seheta 22:18 , ji alîyê rokêta SpaceX’s Falcon bê şandin. Li gorî rapora “Armenprêss”ê, ev yek ji “Bazûmk”ê hatîye ragihandin.

Diviyabû peyka Hayasat-1 di 29 ê mijdarê de bihata şandin, lê ji ber hin qedexeyan, SpaceX dîroka şandina rokêta Falcon-9 veguherand.

Me berê ragihandibû ku peykê hemû qonaxên ceribandinê derbas kirîye û amade ye ku bi rokêta SpaceX Falcon-9 bifire erşê ezmîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button