SerekeSîyasî

Êrîşên li ser hêzên me, yên li Îraqê û Sûrîyayê bi wedê hevtêkê sekinîne:Pêntagon

Sêkrêtarê prêssayê, yê wezîreta Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Patrîk Raydêr elam kirîye, wekî ji 23 ê mijdarêda hetanî niha ji alîyê komên sîlihkirîda êrîş nebirine ser baragehên amêrîkîye li Îraqê û Sûrîyayê.

Raydêr usa jî gotîye, wekî leşkerên amêrîkî bi hêvîkirina hukumata Îraqê li wirin û ew bi xwe gerekê bona wan êrîşa cabdarîyê  bikişînin.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî bona parastina eskerên amêrîkî, sîstêma eksîhewê  Patrîot hatîye cîhwarkirinê û dîsa sîstêmên parastinêye başqe wê bişînine herêmê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button