SerekeSîyasî

Konsûlê Fransîyayêyî nû destbi xebata xwe kirîye

Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî rastî  konsûlê Fransîyayêyî li Hewlêrê Yan Brayêm hatîye ku pêwandîyên dualî, yên di navbera Kurdistanê û Fransîyayêda gotûbêj bikin.

Mesûd Barzanî Brayêm pîroz kirîye û bona wî açixî xwestine.

Wextê hevdîtinê derheqa pêwandîyên dostîyêda, yên di navbera cimetên kurd û fransizda xeberdan çûye.

Hema wê rojê jî konsûlê Fransîayê ji alîyê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanîda hatîye qebûlkirinê.Mesrûr Barzanîyê serokwezîr doktor Brayêm pîroz kirîye û derheqa qewînbûna pêwandîyên dualîda daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button