H’emû nûçeSereke

Amadebûna hêzên bîyanî li Qafqasîya Başûr bûyarên nû pêşda tînin: parlamêntvanê îranî

Amadebûna hêzên bîyanî li Qafqasîya Başûr bûyarên nû pêşda tînin. Derheqa wê yekêda li akadêmîya Ermenîstanêye zanistîyê, parlamêntvanê parlamênta Îranê, Robêrt Bêglaryan gotîye.

Bi gotina wî, li Îranê bi guhdarî dîna xwe didine pêvajoyên Qafqasîya Başûr û pêwandîyên tevî Ermenîstanê.

“Bona Îranê gelekî girînge fem bikin ku Ermenîstan nava pirsa pêşxistina pêwandîyên dualîda pêrspêktîvên çawa dibîne, Ermenîstan çi cûreyî rola Îranê fem dike”,- ewî gotîye.

Bêglaryan bîr anîye, wekî piştî hilweşîna Sovyêtê, pêwandîyên Îranê û Ermenîstanê her dem yên dostîyê bûne.

“Feqet li ser wê rê dereca pêwandîyên êkonomîkî piştî yên sîyasî bûne.Ew yek piştî şerê Qerebaxêyî duem hatîye kifşê. Piştî şerê Qerebaxêyî duemîn pêwandîyên herdu welata derbazî êtapeke nû bûne û ewê yên piralîbin”,-parlamêntvan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button