H’emû nûçeSereke
Hetanî ku li Adirbêcanê sîyaseta dijî ermenîya bê mîyaserkirinê, jîyîna edil ne nêzîkî rastîyêye: hiqûqzan
Bêyî rastkirina menîyên dew û dozê, nikarin bighîjine aşîtîya qewîn.Derheqa wê yekêda pêşezana mafê navneteweyî Sîranûş Sahakyanê gotîye.
“Dew û doza Qerebaxê pirsa axê nîne. Ew dew û doz li ser heyîna êtnîkî pêşda hatîye. Hiznekirin û zordarîya dijî ermenîya ew yek pêşda anîne. Hetanî ku li Adirbêcanê ev sîyaset berdewam dibe, zordarî wê berdewambe. Heger menîyên dew û dozê ji ortê neyêne hildanê, zordarî wê biwekile”,- Sahakyanê gotîye.
Hiqûqzanê bîr anîye, wekî mafê navneteweyî gelekî rast nêzîkî sîyaseta rasîstî dibe û çawa mecaleke usa pêşnîyar dike ku cudabûn yan jî otonomî hebe, ya ku îzinê dide xwe biparêzin.