H’emû nûçeSereke

Îran diha gelekî xemgîne ku Tirkîya li Adirbêcanê amadeye, ne ku Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê: parlamêntvanê berê

Bi axaftina derheqa heyîna hêzên ji herêmê der, Îran diha gelekî bi amadebûna Tirkîyayêva, ya li Adirbêcanê û Qerebaxa dagirkirî, xemgîne,  ne ku bi amadebûna dîtindarên avropîye li Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê Îranêyî berê Karên Xanlaryanê dîrokzan gotîye.

Bi gotina wî, nêzîkîbûna Têharanêye vî cûreyî, ya hindava Tirkîyayê, ya çawa hindava welatekî cuda nîne, lê çawa endama NATO ê ye.

Ew difikire, wekî vekirina wa gotî “Korîdora Zangêzûrê” wê ne tenê hazirîya NATO ê, lê usa jî ya Îsrayêlêye li temamîya Qafqasîya Başûr bide kifşê.

“Ez difikirim, wekî xemgînîya Îranêye hîmlî vê yekêva girêdayîye, lê ne ku mîsîya avropîra.Xêncî wê yekê, heger Tirkîya rîya xweye aza berbi Adirbêcanê veke, ew dikare behra Kaspîyê bike bin kontrola xwe. Ew yek jî wê bide kifşê, wekî temamîya Asîya Navîn hetanî Pakîstanê wê bikeve bin kontrola NATO ê”,- Xanlaryan gotîye.

Ew hesab dike, wekî niha tabîya Îranêye ku xwestinên Tirkîyayê û Adirbêcanê dide zeftkirinê.

Xanlaryan usa jî gotîye, wekî heger Îran beşdarî pêvajoyên li Rojhilata Navîn bibe û gudarîya hindava Qafqasîya Başûr zeyîfbe, wî çaxî xwestinên Adirbêcanê û Tirkîyayêye bona agrêsîya dijî Syûnîkê wê mezinbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button