H’emû nûçeSereke

Îran  ew  gavên  nû silav dike, kîjan Ermenîstanê bona aşîtîyê û ewlehkarîyê avîtine: bayloz

Em ew hemû gavên nû silav dikin, yên ku ji alîyê hukumata Ermenîstanêda boy aşîtîyê û ewlehkarîyê hatine avîtinê. Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî wextê konfêransê gotîye.

“Em piştgirîyê didine serbixwetîya Ermenîstanê û yekîtîya têrîtorîyayên wê.Em piştgirîyê didine aşîtîya li herêmê. Ez hêvîdarim, wekî gavên vî cûreyî dikarin bona hevkarîya pêşezanên me rûpelê nû vekin.Bijî  Ermenîstan, bijî Îran”.

Bi gotina wî, pêwandîyên di navbera ermenîya û îranîyada yên dîrokîne û ew îzinê didin ku  zêdetir wan pêwandîya bidine pêşxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button