H’emû nûçeSereke

Planên girtina stansîya Ermenîstanêye atomî tunene: serokê MAGATÊ derheqa dewekarîya Tirkîyayêda xeberdaye

Stansîya Ermenîstanêye atomî guhdarîya pêşnîyar û nîşandayînên MAGATÊ dike û tevî wê jî nava hevkarîyêdane. Li wir zanin, wekî alîyê ewlehkarîya stansîya atomîda Ermenîstan xebatên mezin mîyaser dike.Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokê MAGATÊ  Rafayêl Gros gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî bi saya hevkarîyê gelek xebatên daçêkirinê hatine çêkirinê, yên ku pêwîst bûn. “Dirêjkirina wedê çêkirina stansîya atomî wê bi çend salabe û emê razîbin, ku xebatên çi cûreyî hatine kirinê”,- Gros gotîye.

Bi axaftina derheqa dewekarîya alîyê tirka, bi kîjanê dew tê kirinê ku stansîya Ermenîstanêye atomî bigrin, Gros gotîye, wekî ew  guhdarîya hemûya dikin û şirovekirinên anegor didin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button