SerekeSîyasî

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî elam kirîye, wekî ji Îraqê 15 rokêt berdane berbi baregeha li Sûrîyayê

Ji têrîtorîya Îraqê 15 rokêt berdane berbi baregeha amêrîkîye li Sûrîyayê. Derheqa wê yekêda merkeza prêssayê, ya fermandarîya hêzên amêrîkî elam kirîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî nava encamên wê yekêda zyan negihîştîye baregehê û meriva.

Usa jî hatîye gotinê, wekî hêzên amêrîkî cîhê berdana rokêta dîtine û ew înformasîya dane hêzên Îraqêye ewlehkarîyê.

Rojek berî wê bûyarê, heja şihîya, ya bi navê “Berxudana Îraqêye Îslamî” bi dironê derb gîhandibûne baregeha amêrîkîye li firegeha Hewlêrê û ev derbgîhandin çawa bersiva xirabkarîyên li Gazayê nav kirine.

Em bêjin, wekî ji destpêka şerê di navbera Îsrayêlê û HAMAS ê, êrîşên li ser baregehên amêrîkî û hêzên koalîsîyonêye li Îraqê û Sûrîyayê, zêde bûne. Wekîlê Pêntagonê, gênêral Patrîk Raydêr gotîye, wekî nava encamên wan êrîşada bi deha leşkerên amêrîkî sivikayî birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button